Bûyerpress
Piştî 18 rojan ji destpêbûna Helmeta Rizgarkirina Bajarê Reqayê, Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD’ê 5 taxên dorhêla bajêr êxistine jêr kontrola xwe.
Li gorî daxuyaniyeke Helmeta Hêrsa Feratê, aniha li her du taxên Hetîn û Yermûk ku li rojavayê bajarê Reqayê ne, şer berdewam e.
Hevdemî wê li milê rojhilatê bajarê Reqayê jî, şer û pevçûn di navbera hêzên HSD’ê û rêxistina DA’İŞê de berdewam in.