Bûyerpress
Şaredariya Rojavayê Bajarê Qamişlo, îro Pêncşemê û bi hilkefta hatina Cejna Rojiyê, madeyên xaz û mazotê belav kir.
Madeya mazotê li benzînxaneyên Hoşo, Cermoklî,Tehrîr û Lezgîn hat belavkirin da êdî hew qut bibe.
Der barê vê babetê, berpirsê Beşê Sûtemeniyê Mamûn Çûlê da zanîn ku kêmbûna mazotê di dema çûyî de ji ber sedemên çinîniyê bûn, ji ber para mezin ji mazotê digiha cotkar û deraseyan.
Çûlê der barê xazê jî got ku dê bi berdewamî qenîneyên xazê li rex xazfiroşan hebin, û dê her qenîneyek bi buhayê 2100 L.S be.