Bûyerpress
Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya Zarokan( Yûnîsêv), îro pêncşemê ragihand ku zêdetir ji 5 melyon zarokên Iraqî pêwîstiyeke xwe ya awarte bi alîkariyê heye.
Her wiha Yûnîsêv di daxuyaniyeke de da zanîn ku şerê li dij DA’İŞê wekî tundtirîn şer di dîroka nûjen de ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ku zarokên biçûk li Mûsilê rastî kuştinê li ser destên çekdarên DA’İŞ’ê tên û DA’İŞ rê nade wan ku ji bajêr birevin.
Rêxitinên navneteweyî, texmîn dikin ku zêdetir ji 50 hezar zarokî aniha li Mûsilê di dorpêçê de dijîn.