Bûyerpress
Îro pêncşemê navgînên ragihandina Turkyê da zanîn ku li nêzî baregeheke NATO’yê ya li herêma Çoltebîya Ezmîrê, teqînek pêk hat.
Televizyona CNN a Turkî da zanîn ku parçeyên teqînê gihane dîwarê herêma leşkerî ya girêdayî NATO’yê li Izmîrê.
Der barê ziraran de, tu raporên fermî nehatine weşandin.
Polîsên Turkiyê derdora cihê teqînê û rêyên derdorê girtine û dest bi lêpirsînê kiriye.