Bûyerpress
Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî, duh Sêşemê got ku referandoma Kurdistanê ku dê payîzê were pêkanîn, tu caran veger jê nîne.
Di hevdîtineke xwe de li gel Serokê Perlemana Iraqê Selîm Cibûrî, birêz Berzanî da zanîn ku biryara referandomê, biryareke çarenûsî ye û veger jê tune.
Herêma Kurdistanê, 25’ê meha 9’an ji bo roja referandoma serxwebûna Kurdistanê destnîşan kiriye.