Bûyerpress
Hevpeymana Navneteweyî ya Li Dij DA’İŞê ku bi serkêşiya Waşintonê ye,ragihand ku wê firokeyeke din a Sûrî li rex dergehê Tenefê anî xawrê.
Di daxuyaniyeke xwe de Hevpeymanê zelal kir ku firokeya Sûrî tevgereke dijayetî raber dike û ji hêzên hevpeymanê nêzîk dibû.
Hevepymanê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku ew ê nehêle firokeyên rêjîma Sûryê ji baregehên wê û hevpeymanên wê nêzîk bibe.
Hêjayî gotinê ye ku ev bû 3 firokeyên rêjîma Sûrî ku Hevpeymana Navnetweyî tîne xwarê.