Bûyerpress
Li Kantona Efrînê, topbarana tank û topên artêşa Turkyê li deverê berdewam e, ji aliyê xwe ve jî Yekîneyên Parastina Gel û Jinê bersiva jêderên toparanê didin.
Li gorî navgînên ragihandinê, herî dawî artêşa Turkyê gundê Qetmê yê li devera Şêra topbaran kir û tê zanîn ku ew gund wekî dergehê derbaskirina penaberan e.