Bûyerpress
Serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl, Bersiva Daxuyaniyên Robert Ford da û got ku Ford ji milên startecî ve nezan e, û eger Emerîka çi jî bike, tiştek li nik me nîne ku em ji dest bidin.
Robert Ford ku balyozê Emerîka yê berê li Sûryayê bû, di hevpeyvîneke xwe de li gel rojnameya Îlaf, gotibû ku dê Kurd nirxekî giran bidin ji ber baweriya xwe bi Emerîka aniye.
Wekî karvedan, Xelîl bersiva axaftinên Ford da û got ku têkbirina DA’İŞê bo tevan serkeftinek e .
Her wiha got ku Emerîka têkiliyên xwe bi Rêvebiriya Xweser re xurt in, û hêzên wê li herêmên Rêvebiriyê jî hene.