Qamişlo_Bûyerpress
Îro Duşemê li bajarê Qamişlo, Çalakiyên Yekemîn Kongreya Aboriya Jinê li Bakurê Sûrî, bi dawî hat, ew jî piştî domana 2 rojan û bi tevlîbûneke berfireh ji hêla endaman ve.
Di kongreyeke rojnamevanî de daxuyaniya kongreyê hat xwendin, û tê de birek ji biryaran hatibûn rêzkirin, ji wan biryaran damezrandina hevrêziyekê ji bo aboriya jinê li deverê, vekirina ekademiyeke taybet ji bo perwerdehiya aborî, û birek ji biryarên din ên girêdayî geşkirina aborîya jinê.