Bûyerpress
Berdevkê Hêzên Sûryaya Demoqratîk Talal Silo da zanîn ku rêjîma Sûryê bi armanca têkbirina Helmeta Rizgarkirina bajarê Reqayê êrîşan pêk tîne û got ku dê hêzên HSDʹê di çarçoveya xweparastina rewa de bersiva êrîşên rêjîmê bidin.
Daxuyanî wiha ye: ʺ di dema ku em di Helmeta rizgarkirina bajarê Reqayê de bi pêş ve diçûn, hêzên rêjîmê bi zanebûn di 17ʹê Hizêranê de êrîşeke berfireh ku balafir, top û tang tê de bi kar anîn li dijî hermên rizgarkirî pêk anî.”
Daxuyaniya Silo jî piştî êrîşa hêzên Rêjîmê li ser deverên Şiwêhan û Ci’êdîn ku li jêr kontrol HSD’ê ye tê.