Bûyerpress
Duh Yekşemê li parêzgeha Reqayê, şer û pevçûn di navbera hêzên Rêjîma Sûrî û şervanên Hevpeymana Erebî-Kurdî (HSD’ê) ku ji aliyê Emerîkayê ve palpişt in, rû dan.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, li her du bajarokên Şiwêhan û Ci’êdîn ku li başûrê bajarê Reqayê ne , şer û pevçûn rû dan.
Ev şer û pevçûn jî, piştî wê yekê ne ku Hêzên Hevpeymana Navneteweyî firokeyeke Rêjîma Sûryê li devera Resafayê anî xwar.
Der barê têkbirina firokeya Sûrî jî, îro Duşemê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgî Laverov di daxuyaniyekê de got ku divê Emerîka rêzgirtinê ji ewlehiya xaka Sûrî re bigire û nabe ku çi biryar û pêrabûnên yekalî der barê Sûryayê bisitîne.