Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demoqratîk, di kontrolkirina rûber û taxên nû de li bajarê Reqayê berdewam in, li gorî ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê, duh Yekşemê hêzên HSD’ê taxa Elbeyatrê ya li rojhijaltê bajarê Reqayê kontrol kir.
Hevdemî wê, hêzên HSD’ê karîn gundê Sihil jî ku li rojavayê bajêr e kontrol bike.
Di heman demê de şer û pevçûnên dijwar li taxên Elberîd û Qadisiyê li dar in.
Hêjayî gotinê ye ku taxa Elbeyatrê yekemîn tax li navenda Reqayê ye ku hêzên HSD’ê kontrol dikin.