Rojekê, ez li civatekê rûniştîbûm, kalek li tenişta min bû, min gotê: Kalo bipeyiv, gotinên kalan xweş in, tarîxî ne .
Kalo rabû û peyivî: Belê kurê min, ez di zemanê xwe de, xortekî nîşandar bûm, derba min bi tifingê li erdê nediket.
Rojekê tifinga min li milê min e, ez hatim gundekî, li odê rûniştim, gundiyan ji min re got: Ehmedo, va Xwedê îro te anî, gurek di ber wî zinarî de ye, tu tişt di pezê me de nehişt, hema li dawa berxa û mîha dixe û direvîne, belkî tu wî gurî bikuje û pezê me ji bela wî xelas bike .
-Min gote wan: Ka werin cihê wî pêş min bikin. (çend meriv hatin û cihê wî pêş min kir ) .
Ez ketim ber kevirekî, da ku dema gur derkeve, ez bibînim. Ji nişka ve min dît gur derket. Min tifingek berdayê. Gur pê re vegerya cihê xwe û min zanîbû gule lê ket. Yên li cem min gotin :Gula te lê neket. Min got:Ez dizanim lê ket .
Em tev de hatin odê, wê şevê ez li wir mam.
Serê sibehê min dît qerebalixek çêbû .
Em hatin, em çi binêrin ku ew gur derketiye der û gule li sînga wî ketiye û hatiye kuştin .
E’cêba ku min dît gurekî pîr û kwîr û bê diran, ew gur himbêz kiriye û devê xwe danîye ser devê birîna wî, û ew jî bi ser de miriye .
Mi xweş nas kir ku ew gurê pîr û bê diran diya wî bû. Dawa berx û mîya jê re dibir, ji ber ku diran tune bûn, ku goşt bixwe, lê dawa pez bi xwe ji hev dikeve.
Kurê min;ew tebakî çola bû, wisa ji diya xwe re qenc bû. lê tu xweş bizane niha zarokêd min berra min dane û ez bi deriya ketime, rojê li oda camêrekî dixwim û vedixwim ….. em benî Adem ev in, û rehma tebayê çola ji ya me insana çêtire .
Serpêhatiyên Kurdan_Seydayê Têrîj