Xortek daket bazara ajalan ji ber ku kûçikek jê re lazim bû…
Geriya negeriya, tiştek bi dilê xwe nedît.Dikir ku veger malê, dît ku zilamek li bin siya darekê rûniştiye û kûçik û cewrikek li berê ne.
Kêfa wî hat û çû rex zilam, gotiyê:
_Xalo ev koçik bi çi qasî ye?
_Zilam gotiyê: Bi 500 lîryan e.
_Xort gotiyê: Cewrik bi çi qasî ye?
_ Zilam gotiyê: Bi 1000 lîreyî ye!
Xort mat ma û gotiyê xalo kûçik mezin e û bi 500’î ye û ji ber çi cewrik biçûk e û bi 1000’î?
Zilam lê vegerand û got: Xwarzê, kûçik kûçik e, lê cewrik kûçik kurê kûçikan e. Ji vê yekê nirxê wî buhatir e.