Bûyerpress_Asayîşa Rojava
Duh Çarşemê Yekîneyên Endezyarî yên Girêdayî Hêzên Asayîşa Rojava, li nêzîkî gundê Mextelê ku girêdayî bajarokê Mebrûka ye, 30 mayînên bumbekirî vekirin û pûçkirin.
Piştî ku xelkên deverê gilehên xwe kirin ku hin tiştên nuxamtî li deverê peyda dibin, yekîneyên navborî tevahiya deverê ji mayîn û teqemeniyan paqij kir.
Hêjayî bibîrxistinê ku di salên 2012-2013’an de gelek şer û pevçûn li devera Mebrûkayê rû dan, ji vê yekê şûnmayên şer lê tên dîtin
Amadekirin û Werger: Odeya Bûyer a Nûçeyan