Taybet-Bûyerpress
Gundê Sêgiran ku 30 km’yan li başûrê bajarê Dirbêsiyê ye, her rojên În û Sêşeman bazar lê tê vekirin.
Berî aniha, Bazara Sêgiran bi tenê ji bo bazara sewalan bû, lê heye demek berfirehtir bûye û ji hemî cureyan lê tê firotên, wekî : kel û pel, şînkahî û meywe, cil û berg, amûr û alavên malê, pez, çêlek û deveh…
Ev bazar ji aliyê Şaredariya Sêgiran ve tê sazûmankirin û ji ber arzaniya nirxên tiştan, tevahî xelkên deverê xwe lê digirin, her wiha firoşkar û bazirgan ji hemî deverên Cizîrê lê kar dikin.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan