Bûyerpress
Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanê, Ji hemî welatiyên Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku ber bi navendên dengdanê ve biçin û di serxwebûnê de beşdar bibin.
Piştî civîna partiya Demoqrata Kurdistanî PDK’ê ku li Pîrmamê li dar ket, Serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de bang li gelê Kurdistanê kir ku di pêvajoya gelpirsî û dengdanê de beşdar bibin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 25’ê meha 9’an, wekî roja gelpirsiya serxwebûna Kurdistanê bi erêkirina hemî aliyên siyasî hat destnîşankirin.