Bûyerpress
Piştî 17 salan, yekem car e ku ava Çemê Feratê gelekî kêm dibe û ev yek jî bandorê li Bendava Rojava û Bendava Feratê dike ku elekitrîk ji her du bendavan neyê wergirtin.
Her du bendavên Rojava û Feratê girêdayî Çemê Feratê ne, û tê zanîn ku ji her du bendavan wizeya elikitrîkê tê wergirtin, lê ji ber ku ji milê Turkyê ve êdî av hew xweş diherike, metirsîya li ser siberoja elekitrîkê mezintir dibe.