Bûyerpress
Bi destpêbûna werzê çinînê re, li devera Cizîrê li gelek cihan agir girtiye zeviyên cotkaran.
Li gundê Maşoqê ku girêdayî Tirbespiyê ye, ji encama agirê deraseyê agir girt 6 donim zeviyên genim û agirkuja şaredariya Maşoqê karî wî agirî vemirîne.
Hevdemî wê li gelek deverên din, di heyama van her du rojan de agir bi zeviyên dexl û genim li gelek deveran ketiye, ew jî li deverên Hisiça li ser rêya Pira Beyrûtî, gundê Sogan ku girêdayî Amûdê ye û li gundê Kevirê Sipî jî.