Bûyerpress
Piştî şer û pevçûnên giran ku ev çend roj ın li taxa Romaniyê ya rojavayê bajarê Reqayê di navbera hêzên HSD’ê û DA’İŞê li dar in, îro Yekşemê hêzên HSD’ê ew tax bi temamî rizgar kir.
Li gorî navgînên ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê, taxa Romaniyê bi temamî hat kontrolkirin û aniha hêzên HSD’ê dest bi helmeta paqijkirina taxê ji teqemenî û mayînan kiriye.
Hêjayî gotinê ye ku ev heye hefteyek Helmeta Rizgarkirna Bajarê Reqayê dest pê bûye, û ta vê demê 3 taxên dorhêla Reqayê hatine kontrolkirin.