Bûyerpress
Wezareta Derve ya Turkyê dibêje ku biryara gelpirsiya herêma Kurdistanê ji bo serxwebûnê şaşîtiyeke Beloq e, û ne ji berjewendiya Iraqê ye.
Li gorî ajansa Anadol a Turkî, di daxuyaniyeke xwe de Wezareta Derve ya Turkyê gotiye” Parastina xak û siyaseta Iraqî, ji prensîpên me yên sereke ne”
Di daxuyaniya xwe de Turkyê tekezî li ser yekbûna xaka Iraqî kiriye û gotiye ku serxwebûna Kurdistanê ne xwesteka gelê Iraqî ye.