Bûyerpress
Serkirdeyê Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEMê Aldar Xelîl dibêje ku rojavayê Kurdistanê li gel Herêma Kurdistanê dikarin sîstemeke konfederalî ava bikin.
Di daxuyaniyên xwe de ji bo navgînên ragihandinê, Xelîl tekezî li ser wê yekê kir ku guhertina sînorên Turkî, Sûrî û Iraqê dê baştir be ji bo yekbûna Kurdan.
Xelîl bal kişand li ser wê yekê ku Rojavayê Kurdistanê li gel Herêma Kurdistanê dikarin sîstemeke konfedral di navbera her du parçeyan de ava bikin.