Bûyerpress
Wezîrê Derve yê Elmanî Zîgmar Gabrîyêl, radigihîne ku welatê wî neçar e ku hêzên xwe ji Baregeha Encerlîkê ya Asîmanî ku li başûrê Turkyê ye,vekişîne.
Li gorî ku Gabrîyêl ragihand,vekêşana hêzên wan ji baregeha navborî, ji sedema bend û mercên ku Hikûmeta Turkyê bi wan dide sepandin.
Daxuyaniya Gabrîyêl piştî civîna wî ya li gel Wezîrê Derve yê Turkyê Mewlûd Tşawûş Oxlo hat, ji ber Enqerayê nehêla ku siyasetmedarên Elmanî seredana hêzên xwe li Encerlîkê bikin.
Amadekirin û Werger: Odeya Bûyer a Nûçeyan