Bûyerpress
Fermandariya Navendî ya Hêzên Çekdar ên Emerîkî “Pêntagon” ragihand ku bi tenê Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD’ê û Hevpeymana Erebî ya Sûrî dikarin bajarê Reqayê ji DA’İŞê rizgar bikin.
Efserê bi navê Coş Cakis, ku Berdevkê Fermî yê Fermandariya Navendî ya Hêzên Çekdar ên Emerîkî ye, ji Ajansa Tas a Rûsî re ragihand ku bi tenê hêzên HSD’ê û Hevpeymana Erebî dikarin di rizgarkirina Reqayê de bi ser bikevin.
Cakis ji wê zêdetir hûrgilî neda, lê bi tenê got ku” Em dizanin ku hin pirsgirêkên me li gel hevkara me Turkyê hene”
Amadekirin û Werger: Odeya Bûyer a Nûçeyan