Bê guman pirsgirêka Kurdî ji kevntirîn pisgirêkên têkilhev di Rojhilata Navîne de ye, nemaze di serdema nûjen de. Hêzên kolonyalîst ên ku di her du şerên cîhanê de bi ser ketin, Kurd bê
par hiştin û di bin sîwana hin peymanên navneteweyî de, ew dûrî avakirina dewleteke serbixwe xistin. Kurdistan, a ku rûpîva wê zêdetirî nîv milyon km2 e û serjimara wê nêzî 50 milyon e, kirine çar perçe, bi vî awayî miletê kurd ji hev xistin û ew kirine kuteyên siyasî di bin dagirkerya her çar dewletan de.
Tê xuyan ku Kolonyalîst planên xwe di wê demê danîn ji bo afirandina aloziyan di vê herêmê de, û bi ser ketin dema rêjîmêndîktatorî û şovenîst li her çar dewletên dagirker danîn; van dîktatoran bi şerê xwe yê berdewam gelek stem û tundûtûjîbi serê miletê Kurd de anîn, û hestên nefret û kînkirî di navbera Kurd û miletê herêmê de çandin, gelek komkujî pêk anîn, hewla pişaftina netewe û çanda Kurdî kirin, bi kiryar û şêwazên pir cuda ku ta roja îro jî berdewam in, dema ku alîkarî û piştgiriya êrîşên terorê li ser herêmên Kurdî dikin bi armanca koçberkirin û tunekirina Kurdan.
Tevî van hewldanan jî, miletê Kurd karîbû çand ,kelepûr,paşma û kesayeta xwe biparêze û bi miletên herêmê re beşdarî gelek şeran bibe, li dijî kolonyalîstê û îro jî li dijî terorê.
Îro herêm di rewşeke awarte û taybet re derbas dibe, derfet hatiye ku Kurd mafê xwe bi dest bixin, dîrok rehmê nake, ji ber vê yekê em naxwazin kurd vê derfetê winda bikin.
Yekîtî û hevrêziya Kurdan misogeriya sereke ye ji bo peydakirina mafê Kurd ên rewa, ev yekîtî divê bibe armanca herî girîng û pîroz ku rewşenbîr,nivîskar û xudan wijdanên zindî ji bo wê tekoşîn û xebatê bikin, û hevrêziya Kurdan ava bikin, Kurd pir hewcedarî hevrêziyê ne, ji ber ku ew di bin dagirkeriyê de ne,
Mixabin perçebûn ta roja îro berdewam e, dijmin hemûyan”Milet, Serkêş,nirx,rêgez,dewlemendî” armanc digire , kengî em ê li ser vê rasteqînê şiyar bibin, hevrêziya xwe ava bikin û nakokiyan dûr bixin. Ger em dûrî windakirina ked, şiyan û ciyawaziyan li gorî gotegotan bikevin da ku nebe neyartî. Ya girîng em berjewendiyên setratejîk ên miletê Kurd di ser berjewendiyên kesane, partîtî û malbatî yên teng re bigirin. Yekîtî bi xwestek û siloganan pêk nayê, projeya Kurdî pêdiviya wê bi yekîtiyê heye. Bê guman kilîta vê yekîtiyê lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Kurdistanî ye, lidarxistina vê kongreyê gaveke dîrokî û çarenûsaz ji miletê Kurdî re ye, ji bo hevrêzî û peyva Kurdî bikin yek û stratejiyeke kurdî ya berfirh bi pêş bixin. Tenê ev kongre dê karibe rê li pêşiya komplo û planên ku doz û hêviyên Kurdan armanc digirin, bigire.
Hemû partî divê cudahiyên xwe derbas bikin, astengiyannedeynin li pêşiya lidarxistina kongra neteweyî, û bibin destek da ku bibin kelemek di sînga dijminên ku dixwazin dubendî û zikreşbûnê di nav me de biçînin.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 62’yan de hatiye weşandin. 1.6.2017