Bi êrişa dewleta Tirkyê ya li ser baregehên YPG`ê ku li navçeya Qereçoxê pêk hat, helwesta Emerîkayê piştî wê êrîşê û biryara biçekirina hêzên YPG’ê bi rengekî aşkira; ew gomanên ku hebûn, yan ew dengo û propagandeyên ku “Emerîka Kurdan li şerê dijî DAIŞ bi kar tîne û piştî rizgarkirina Reqa û bi tunebûna DAIŞ’ê li Sûryê karê YPG`ê jî namîne” pûç û vala derxist.
Biryara Serokê Emerîkayê Donald Trump ya çekdayîna Yekîneyên Parastina Gel û Jin (YPG-YPJ)`ê, ne ji xwe ve hat, belku piştî berxwedaniya mezin a li Kobanê û şikandina efsaneya DAIŞ`ê hate dayîn. Û bi rizgarkirina Girê Sipî û Şedadî re, ku bi hevkariya hêzên asmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî pêk hat, her wiha bi rizgarkirina Mibicê re gihaşte qonaxa fînalê ; hêzên Kurdî (YPG-YPJ) bûne efsaneya qehremanî û mêrxasiyê û destanên mezin bi xwîna xwe afirandin, ku hêla du hêzên mezin li cîhanê pişta xwe bi wan girê bide, ew jî Rûsya û Emerîka ne.
Ew biryara Emerîkayê ji her kesî zêdetir Turkî aciz kir, hefteya borî Receb Teyîb Erdoxan seredana Waşintonê kir û berya ku biçe got “Ez diçim nuqtê datînim ser herfê” lê piştî ku vegeriya got “Nedibû li gel Tramp ez nuqtê daynim ser herfê, çimkî Emerîkayê biryara xwe daye ku li gel YPG’ê diçe Reqayê”.
Rawêjkarê Co Baydin, li Kar û Barên Asayşa Neteweyî “Colin Kahl” di nivîseke xwe de di kovara Foreign Policy de nivîsiye ku wî li sala 2014’an li gel Co Baydin seredana Turkyê kirine, û daxwaz ji Turkyê kirine ku li bakûrê Sûryê operasyonekî pêkve li dijî DAIŞ’ê encam bidin û Ehmed Dawud Oxlu Serokwezîrê wê demê yê Turkyê razî bûye, lê ji aliyê Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Turk ve hatiye redkirin.
Bi gotina Kahl, Turkyê ew yek red kiriye ku bi aramanca şerê DAIŞ’ê biçe nava Suryê û vê yekê jî rê daye ku Emerîka xebatê li gel Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê hilbijêre û ev peywendî jî çend sal in bi pêş ve çûye û gihêştiye wê astê ku êdî Emerîka di peywendiya li gel YPG`ê gavan paşve neavêje.
Tişta xûya dike ew e ku Emerîka planên xwe yên mezin li Rojhilata Navîn hene, û ew sîstema ku niha li rojavayê Kurdistanê bi rê ve diçe bercestekirina wê planê ye ku Kurd îro li Rojava serkêşiya wê stratejiyê bi navê Federaliya Bakûrê Sûriyê dikin, ku hemû pêkhate bi rizamendî, hevbeş û pêkvejiyan di wê sîstemê de bi azadî beşdar in.
Sê dosyeyên giring yên Turkyê bo Emerîka hebûn
1- Meseleya çeknedana YPG`ê û beşdarînekirina wan li rizgarkirina Reqayê
2- Radestkirina Fethula Gûlen Serokê Tevgera Xizmet ku bi hewla derbeya 15’ê Temûzê tometbar dikin 3- Radestkirina Reza Seraf bazirganê Turk ku bi esil Îranî ye, bi tometa bazirganiya nerewa li gel Îranê li Emerîkayê girtiye
Lê belê her sê daxwazên Turkyê hatin redkirin û Erdoxan di seredana xwe ya Emerîkayê de tiştek neçinî, destevala vegeriya û heta nexwest li ser wê seredana xwe biaxive.
Berovajî wê, ya giring ew bû ku di heman dema ku Erdoxan li Koşka Sipî ya Emerîkayê bû Bret Macgork Nûnerê Donald Tramp li Hevpeymana Navdewletî Di Şerê dijî DAIŞ li Koşka YPG’ê li rojavayê Kurdistanê bû û ev e jî peyameke girîng bû ji Turkyê re.
Der barê helwesta Rûsyayê jî, Veladimir Putin serokê Rûsya ji aliyê xwe ve got “Rola Kurdan li Sûryê giring e û YPG’ê hêza herî karîger e di şerê dijî DAIŞ’ê de û ji mafê me ye em pêwendiyan pê re danin”.
Ev peyama Putîn jî zilehekî mezin ji bo Turkyê bû, ku bajarê Helebê li ser tepsiya zêrîn radestî Moskoyê kir li ser hesabê dijmintiya Kurdan lê neçû serî.
Di baweriya min de pêşeroja peywendiyên Kurd li gel Emerîkayê bi taybetî Xweseriya Demokrat, YPG’ê, Hêzên Sûryaya Demokrat û Federaliya Bakûrê Sûriyê hê baştir dibin û Emerîka pişta xwe daye hêza Kurdî ku take hevpeymanê wan e li şerê dijî terorê û cîbecîkirina planên wan li Rojhilata Navîn
Ev e jî fêdeyeke mezin bo gelê Kurd e ji bo gihaştina bi mafên xwe yên rewa û jiyana bi azadî, demokrasî û serbexweyî.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 62’yan de hatiye weşandin. 1.6.2017