Bûyerpress
Piştî şer û pevçûnên giran li dij rêxistina DA’İŞê, Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD’ê, bajarokê Mensûrayê rizgar Kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên HSD’ê karîn bi pêş ve biçin û temamî bajarokê Mensûrayê rizgar bikin.
Heman rewangehê da zanîn ku ji encama şerê kontrolkirina Mensûrayê bi dehan ji çekdarên DA’İŞê hatine kuştin.
Hêjayî gotinê ye ku Mensûra bajarokê herî nêzîk e ji Reqayê.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan