Bûyerpress
Cîgira Serokê Encumena Niştimaniya Kurd Li Sûryê Fesla Yûsiv, piştî girtina 23 rojan, îro Çarşemê serbest hate berdan.
Fesla Yûsiv ku Sekretera Partiya Yekîtiya Kurdistanî û Cîgira Serokê ENKS’ê ye, di 9’ê Gulana 2017’an li gel 12 serkirdeyên ENKS’ê ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hatibûn girtin, îro di danê nîvrojê de, serbest hat berdan.
Sedema girtinê jî, ji ber vekirina wan ji navneda Emîndariya Giştî ya ENKS’ê re bû, ku bi biryareke fermî ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hatibû girtin.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan