Bûyerpress_Dengê Emerîka
Hikûmeta Sûrî daxwaz ji Îranê kir ku piştgiriya diravî pêşkêşî komikên Şî’î yên li gel hêzên Sûrî û Rûsî piştgiriya serok Beşar Esed dikin, bike, li gor çavkaniyeke hikûmetê û raportekê.
Malpera Sûrî ya nûçeyan Zeman el-Wesil ku piştgîriya rikberiyê dike, ragihand ku dekumenteka Wezareta Berevaniya Sûrî diyar dike ku rêjîma Esed li ser pilanekê ku Îran berpirsiyariya diravî ya şervanên biyanî, yên piraniya wan Şî’î ne, erê kiriye ku bide ser milê xwe.
Piraniya şervanên Şî’î pareyên xwe ji Îran, hikûmeta Sûrî û partiya Hizbullah werdigrin, li gor çavdêran.
Îran dê di demên pêş de bi tenê van pareyan bide, li gor berpirsekî Sûrî ku ji Dengê Emerîka re got û nexwest navê xwe diyar bike. Ew wiha raporta Zeman el-Wesil piştrast dike.
Berpirs got:
“Jimara mîlîtanên Şî’î bi awakî berbiçav di van du mehên borî de bilind bûye . em behsa 50 hezar mîlîtan dikin ji gelek welatan. Hikûmeta Sûrî daxwaz dike ku Îran Pareyan ji bo wan hemiyan dabîn bike. “
Dekumenta Zaman el-Wesil dibêje jimara wan mîlîtanan 88,733, ku li gor şîrovekaran jimareke bilind e û li ser erdê ev jimar nîne.