Bûyerpress_RT
Firokeyên Hevpeyamana Navneteweyî ya li Dij DA’İŞê, duh Yekşemê belavokên hişyariyê avêtin bajarê Reqayê, tê de daxwaza derketineke biewleh ji welatiyan dikin, da ku êrîşeke berfireh li ser Reqayê were pêkanîn, li gorî ku malpera RT belav kiriye.
Hevdemî wê, firokeyên Hevpeymanê baregehên rêxistinê topbaran dikir, li gel pêşketina Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD’ê li gundê Alya, yê li gundewarê rojavayê Reqayê û kontrolkirina gundê Ebû Şecera û navenda avê ku li başûrê bajarokê Mensûra ne ji aliyê HSD’ê Ve.
Werger û Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan