Bûyerpress
Piştî rêza binkeftinên berdewam, rêxistina DA’IŞê li xwe mikur hat û doz ji fermandarên xwe yên girîn kir ku xwe ji Mûsilê vekêşin û ber bi Sûrî ve biçin, li gorî ku hin jêderên Iraqî ragihand.
Fermandarê Hêzên Dijteror ên Iraqî Ebdulxenî Elesedî da zanîn ku tunekirina hebûna DA’IŞê li rojavayê Mûsilê dê di demeke gelek nêzîk de be.
Ji aliyê xwe ve Serokê Dezgeha Dijterorê Talib Şexatî got ku me sitûbariya xwe li rojavayê Mûsilê pêk anî û êdî ew der paqij bûye.
Hin malperên Iraqî ragihand ku rêxistina DA’IŞê ji fermandarên xwe xwestiye ku birevin û biçin Sûryayê, heman jêderan da zanîn ku êdî DA’IŞ ne bi dirindîtiya berê ye û li têkçûyîna xwe mikur hatiye.