Bûyerpress-Diyarname
Bi navê “Li Bin Siya Welatekî” pirtûkeke nû ya ger û geştê derket. Pirtûk ji aliyê Şivan Zeren ve hatiye nivîsandin. Zeren di pirtûkê de ji nav jiyanê rêwîtiya xwe lê kiriye û pêşkêşî xwendevanan kiriye.
Nivîskar Şivan Zeren li Zanîngeha Anadolê Beşê Karsazî xwendibû, niha li Zanîngeha Arelê Beşê Civaknasî dixwîne. Wî berê bi navê “Kurdistanbul” û “Dilperest” du pirtûk derxistibûn, niha bi pirtûkeke din li pêşberî xwendevanan e. Pirtûka bi navê “Li Bin Siya Welatekî” ji Weşanê Berbangê derketiye.
Ji rêwîtiya nav Stenbolê, heta navçe û bajarên kurdan Zeren her cihê ku çûye notên xwe lê kirine, niha ew wekî gername kiriye pirtûk. Di van gernameyan de carinan em rastî sohbeta wî ya li ser kovara di dest de di otobusê de dixwîne tên, carinan diçe ber sînorê Kobanî, carinan diçe Cizîrê û Nisêbînê û di nivîsek di Newroza Stenbolê pêşkêş dike. Bi kurtahî di “Li Bin Siya Welatekî” de mirov çend salên dawî çawa derbas bû wekî gotaran dibîne û dixwîne.