Wezirê Berevaniya Emerîkî Cîmis Matîs, duh Înê tekez kir ku 90% ji rûbera ku li jêr serdestiya Da’işê bû, hatiye kontrolkirin. Matîs zelal kir ku “Da’iş ne bi wê xurtiya berê ye, lê car dî metirsîdar e.”
Matîs di kongireyeke rojnamevanî de got” Em di palpiştiya hêzên HSD’ê de ku bajarê Tebgayê vegerand, berdewam in”
Ji aliyê xwe ve şanderê Emerîkî yê Hevpeymana Navnewteweyî ya li dij Da’işê Birît Magrok di kongireyê rojnamevanî yê hevpar de got”Dawiya rêxistinê nêzîk bûye”
Her wiha Magrok bi bîr xist ku”Hêzên Hevpeymanê, dorpêça li ser jêderên diravdana Da’işê asêtir dike”