Duh Înê li Cinêva Siwêsrî, gera 6’an ji danûsitandinên Cinêvê bi dawî hat, lê wekî carên berê çi encamên berbiçav nehatin bidestxistin.
Şanderê Navneteweyî ji bo Sûryê Sitîvan Dê Mistûra ragihand ku ew dixwaze danûsitandinan di meha şeşan de dewam bike.
Naveroka danûsitandinên vê carê, der barê topbarana Emerîkî ya li ser baregehên Rêjîma Sûrî ku li ser sînorê Urdinê pêk hat, bû.