Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD’ê ku Emerîka palpiştiya wê dike, bi rengekî berbiçav rêxsitina Da’işê dorpêç dike û wê di rûbereke teng de dihêle, ew jî piştî kontrolkirina wê ji 350 km çargoşe re di hefteya çûyî de.
Bajarê Reqayê zêdetir ji 3000 çekdarên Da’işê li xwe digire, ew jî ji ber parastina bajêr, ku Da’iş wê derê wekî paytext ji xwe re dibîne.
Duh Çarşemê Hêzên Sûryaya Demoqratîk karîn gundên Bedir,Elendelus û Mezlûm ku li rojhilat û bakurê rojavayê Reqayê dimînin rizgar bikin.
Ev yek di wê demê de tê, piştî hefteyekê ji ragihandina Emerîka ji çekdayîna YPG’ê re.
Amadekirin: Odeya Nûçeyan a Bûyer