Bûyerpress-Qamişlo
Nivîsgeha Jinê li Detseya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê, duh Sêşemê li jêr diruşma(Bi giyanê pakrewanan, wate ji jiyanê re çê dibe) şevbuhêrkeke helbestî li dar xist, ew jî bi hilkefta Cejna Pakrewanan, li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo.
Şevbuhêrka ku birek ji helbestvan,hunermend û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser lê amade bûn, bi gotina Hevseroka Desteya Çand û Hunerê Bêrîvan Xalid dest pê bû.
Di naveroka gotina xwe de girîngiya qehremaniya pakrewanan der birî.
Di vê çalakiyê de çend helbestvan ji pêkhateyên Kurd,Ereb û Suryan amade bûbûn, ew jî(Pexşan,Lorîn Lecê,Lêlan Cemal,Renya Malikî,Elîza Hena,Reşa Şam’ûn,Evîn Yûsiv,Ezîza,Peyman,Şêrîn Xorî,Losîn Tehan û Selwa Ezîz) bûn.
Şevbuhêrka helbestî bi beşên dîlan û sitranê ji aliyê komên Botan û Înana ve hat rengandin.
Sernivîseratî: Odeya Bûyer a Nûçeyan