Di sala 1951ê de Mîr Celadet Alî Bedirxan berî 63ê salan di bîra Qederê werbû, wilo bûyer tê destpêkirin..
Li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê zeviyên ku dajot bîreke mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe re dinivisîne navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê.
Mîr Celadet li 15’ê Tîrmeha sala 1951ê li gundê Hecanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê û termê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li Goristana Mewlana Xalidê Nexşebendî li taxa Kurdan li Şamê hate veşartin.
Îro piştî ewqas sal, karek baş li rojava dibe ji bo berdewamkirina nameya Celadet di parastina ziman, çand û rojnamevaniyê de..