Balyozê berê yê Amerîkayê li İraqê Zalmay Xelîlzad gotarek di rojnameya NewYork Timesê de weşand, tê de bal kişand ser parçebûna Iraqê ʺEger serkirdeyên İraqê nikaribin hikûmeteke yekrêzî û niştimanî bi serokatiyeke nû pêk bîninʺ. û berdewam kir: ʺDivê serkirdeyên Iraqê di heftiyên bê de biryarên hebûnê bistîninʺ.
Xelîlzad dibîne berpirsyariya vê parçebûnê di stuyê serkirdeyên hikûmeta navendî de ye: ʺEger hikûmeta navendî nikaribe mafdanine Kurdan û Siniyan razî bikin pêşkêş bike, ewê Kurdan bi ser serdestiyê û serxwebûnê de dehf bide, Kurd di vê mijarê de cidî ne û divê civaka navdewletî bi vê rewşa nû razî beʺ
Herwiha Xelîlzad dide xuyan: ʺMercên Kurdan hene ji bo careke din ligel Bexdayê kar bikin, mercên wan jî mafê hinardekirina petrolê û vegerandina Kerkûkê û wan navçeyên ku vê dawiyê Hêzên Pêşmerge rizgar kirineʺ.
Li dawiya gotara xwe Zalmay Xelîlzad ji Waşintonê xwest ku:ʺdev ji karê alîkariya Iraqê ji bo hikûmeteke yekrêzî niştimanî bernede, lê divê birame ku çareyên xwe biguherîne eger Iraq ji hev ketʺ.
Bi kurtayî Xelîlzad dibîne ku çareya yekê hikûmeteke yekrêziyê ye bi serokatiyek nû ku mafên pêkhatan binpê neke, lê eger ev nebû wê parçebûn bêguman bibe çareyeke nû, li ser vî nerînê gereke civaka navdewletî û Amerîka bixebitin.