Demsala Havînê tê, û pêvedana kelmêşan jî bi xwe re tîne ku li seranserî cîhanê xelk jê gazindan dike, lê xuya ye ku çareserî ji vê pirsgirêkê re jî heye.
Malper Layv Heker ku guh dide çareseriyên tenduristî, belav kir ku ji bo pêvdana kelmêşê çareyeke hêsan û lezgîn heye.
Ew jî bi êxistina kevçiyekî nêv ava germ ji bo demeke kurt, paşê danîna pişta kevçiyî li ser cihê geza kelmêşê, û guvaştina kevçî li serê, bi tenê ji bo du xulekan.
Malperê tekez kir ku bi vê pêrabûna hêsan, dê cihê pêvedanê rehet bibe û dê xura çerm jî nemîne.