Bûyerpress-Dengê Emerîka
Reuters’ê ragihand ku Serokê Emerîka Donald Trump, tevî nerazîbûna Tirkyê,
biryara şandina çekan bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pejirand. Di nav çekên dê werin şandin de çekên giran û amûrên zirxî jî hene.
Biryara şandina çekan, berê rayedarekî payabilind ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Reuters û AFP’ê re ragihand, û paşê Wezareta Berevanî ya Emerîka (Pentagon) alîkarîya çekan piştrast kir.
Berdevkê Pentagonê Dana White, ku bi Wezîrê Berevanî James Mattis re diçû Lîtvanya, ser alîkarîya çekan daxuyanîyeke nivîskî weşand.
‘’Me hay ji fikarên Tirkyê, ku hevalbendê me yê Hevpeymanê ye, heye. Emerîka dê hevalbendê xwe yê NATO biparêze û rê li ber rîskên nû yên ewlehîyê bigire’’ White got.
White bi berdewamî da zanîn ku hêza ku dikare Reqa ji destê DAIŞ’ê bigire tenê Hêzên Sûryaya Demokratîk (HSD) ye, ku pêşengê wê YPG ye.
Karbidestên Emerîkî eşkere nekir ku dê kengî çek ji YPG’ê re werin şandin.
Hêjayê bîrxistinê ye, Serok Trump û Serokomarê Tirkyê Recep Tayyîp Erdogan dê hefteya bê li Waşintonê bicivin.