Bûyerpress-Dengê Emerîka
Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD)ê îro Şemiyê pêşniyara Rûsya ya avakirina deverên hêmin li Sûryê red kir û ew wek perçekirina welêt ya ser bingehên mezhebî bi nav kir.
Yek ji berdevkên PYD’ê, Îbrahîm Îbrahîm ji Reutersê re got ku ew plan tawan e û Sûryê li ser bingehên mezhebî parçe dike.
Wî her wiha pêşniyar rexne kir ku herêma Bakurê Sûryê ya bi pêşengiya Kurdan tune dihesibîne.
Îran û Tirkîyê bi pêşniyara Rûsya qayil bûn, lê hîn jî naveroka wê ne zelal e ji ber ku hurgiliyên wê nehatine weşandin.
Armanca avakirina deverinê hêmin ev e ku şerê dijî hêzên hikûmeta Sûrî û serhildêran rawistîne û hêzên bîyanî parastina wan herêman bikin..