HRRK’ê Şaxê Ewrupayê û Zanîngeha Bajarê Mûnsterê
Kurd : çand, civak, jiyana gundewarîyê
Vexwendin
Semînarek li jêr navê “Aliyek Ji Kevnetor û Kelepûra Kurdî li Rojavayê Kurdistanê”, roja Sêşemê, 23.05.2017 li navenda cîhanî ya ser bi zanîngeha Mûnsterê ve tê lidarxistin.
Semînar dê ji aliyê Alan Pîrê ve bê pêşkêşkirin, û li tenişta wê gelek wêne li ser civak, gundewarî, kevnetor, kelepûra Kurdî û her wiha li ser hin alavên keştûkalî û pîşesaziya kevin bêne pêşkêşkirin, û dê gotin li ser çand û kelepûra wê dever û herêmê bi zimanê Elmanî bê kirin.
Hunermend Cibûr Pîrê jî dê bi saz û sitrana Kurdî ya resenî kevnare amade be.
Dê semînar li navenda cîhanî ya ser bi zanîngeha Mûnsterê ve li ser vê nav û nîşanê bê lidarxistin:
Die Brücke – Das internationale Zentrum der Universität MünsterWilmergasse 2, 48143 Münster
Roja Sêşemê, 23.05.2017, katjimêr: 19:00