Peyvdarê Komandariya operasyona hevbeş li Îraqê dibêje ku rêxistina Da’işê bi hin gazan êrîşî hêzên Îraqê li aliyê rojavayê bajarê Mûsilê kir, ku ev cara duyem e di du rojan de dibe.
General Yahya Resûl ji ajansa Associated Press re got ku şeş serbazan problemên bêhinkişandinê dîtin di encama êrîşa îro yekşemê de li bingehên tenduristî yên nêzîk hatin dermankirin.
Vekolîn li ser cûreyê gazên ku di êrîşan de hatî bikaranîn dest pê bûn.
Êrîş tê piştî rojekê ji ragihandina efserekî leşkerî Îraqê ku Da’işê êrîşek bi gazan li taxa al-Abar li rojavayê Mûsilê pêk anî.
Du efserên leşkerî gotin ku mask û hin pêdiviyên din li hêzên Îraqê hatin belavkirin, ji bo bergiriya li ber êrîşine din ên pêşbîn di rojên bê de.
Efseran nexwest ku navên xwe diyar bikin ji ber ku deshilata axaftina li gel medyayê nebû.