Taybet – Bûyerpress
Duh Şemiyê 15.4.2017 li navenda Sobarto li bajarê Qamişlo,Komeleya Sobarto ya Dîrok û Folklorê Kurdî semînerek der barê şerê Beyandorê li dij Ferensiyan li dar xist.
Semîner ji aliyê mamosteyê dîrokê Ehmed Sadûn ve hat vegotin.
Bi amadebûna rewşenbîr,nivîskar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, semîner bi rê ve çû.
Bi rawestana xuleke bêdeng li ser rewanê pakrewanan, semîner hat destpêkirin.
Paşê M.Ehmed Sadûn li ser gundê Beyandûrê agahî dan, û dema derbasbûna Ferensiyan ji bo deverê re nîşan kir.
Di berdewamiya semînera xwe de hat zelalkirin ku ji sedema zordariya Ferensiyan li ser xelkên deverê, êdî xelkên gundê Beyandûr serî hilda û li pêşber Ferensiyan şerekî giran kir, ku ji encama wî şerî zêdetir ji çend efserên payebilind ên Ferensî hatin kuştin.
Bi bersivdayîna pirsên beşdaran, semîner hat bidawîkirin.