Berî her tiştî ji me kurdan hemûyan tê xwestin ku em vê malbata pîroz, bi rûmet û welatparêz bi bîr bînin
Îroj her kes dizane ku malbata Bedirxaniyan gelek alîkarî û xizmet di warê çand, hûner, dîrok, wêje û Zimanê Kurdî de kirine, û bandora xizmetkariya wan li her çar parçeyên kurdistanê belav bûye, her wiha li Rojhilata Navîn û dewletên Ewrûpayê jî deng daye, û ketine nav rûpelên dîroka cîhanê û bi taybet di nava Dîroka kurdan de.
Wekî tê zanîn Malbata Bedirxaniyan di nava civaka Kurdî de xwediyên mêjûyeke gelekî girîng ,û malbateke kevnare ne,
Ew ji heremeke Kurdistanê ne, jê re “Cizîra Botan” tê gotin, gelek çiya li derdora wê heremê hen in, wekî çîyayê Gabar, Cudî û herekol.
Her wiha malabata Bedirxaniyan gelek riyên dijwar û zehmet dîtin û gelek caran ji welatê xwe angu ji welat bav û kalên xwe “Cizîra botan”,bi destê Osmaniyan hatine sirgûnkirin,û her yek bi welat û deverkê ket, û ev malbata hemû ji hev ke.
-Gelo Mîr Bedirxan kî ye?
Navê wî: Bedirxanê Evdalxan an jî Bedirxan Beg e.
Di sala 1803’yan de li Cizîrê ji dayîk bûye.
Di navbera salên 1836 û 1847’an de Mîrê Cizîra Botan bû, ew hemdem û hevalê Xan Mehmûdê Miksî bû.
Mîr Bedirxan ji malbata Ezîzan bû.
Şerfxanê Bedilîsî di Şerefnameya xwe de dibêje ku malbata Ezîzan berê Êzîdî bûne.
Dûre bi zora şûr û mertalan bûbûna misliman!
Di sala 1830’î de Mîr Bedirxan îdareya Cizira Botan xiste bin destên xwe û bi mîrê Soran Mîr Mihemed re tifaq çêkir, ji ber tifaqê Osmaniyan êrşî her dû mîran kir ji ber alozîyên ku mîr Bedirxan kişand derbasî Eyranê bû, û di salal 1838’an de vegeriya welatê xwe bajarê Cizîra Botan.
Di demeke kurt de îdareya xwe li Cizîrê xurt kir, li ser navê xwe pere derxist û xutbe da xwendin ji bo welatekî serbixwe pîlan çêkir, her wiha bi eşîrên Kurdên din re itifaq danî .
Pişt re Osmanî ji xortbûna Bedirxan paşa gelekî tirsiyan gelek caran êrîşî hêzên Bedirxan kir lê bi ser neketin, û di sala 1847′ an de Osmaniyan bi hemû leşkerên xwe ve careke din êrîşî Botanê kir ji ber xiyaneta birazîyê Mîr “Êzdînşêr” Bedirxan Paşa xwe teslîm kir û Osmanîyan ew sirgûn kir Stenbolê, paşê jî ew sirgûnî Sûriyê kir, û li Sûrîyê di sala 1868’an de çû ser dilovaniya xwe û niha gora Bedirxan Beg li Şamê ye.