Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş û Perlamenterê HDPê yê Colemêrgê Ebdulah Zeydan dest bi gireva birçîbûnê dikin.
Navenda Giştî ya HDPê ragihand ku Selahedîn Demîrtaş û Ebdulah Zeydan, peyamek ji wan re şandiye.
Navenda Giştî ya HDPê destnîşan kir ku di peyama Demîrtaş û Zeydan de wiha hatiye gotin:
“Ji ber ku Rêvberê Girtîgeha Edîrneyê xwe nade ber diyalogê, bi rengekî dij bi hiqûqê tevdigere, kiryarên li derveyî mirovahiyê li ser girtiyên din ferz dike û ji bo bidawîbûna grevên birçîbûnê yên bi rojan e dewam dikin ti gavek ji bo başiyê navêtiye, em jî ji roja Înê û pê ve dikevin greva birçîbûnê.“