Wezîrê Derve yê Emerîkayê Rex Tillerson li Koşka Çankayê bi Serokwezîrê Tirkiyê Bin Elî Yeldirim re dicive.
Wezîrê Derve yê Emerîkayê dê li gel Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bicive û piştre jî bi Wezîrê Derve Mewlûd Çawûşoglu re bicive.
Li gor zanyariyan ,mijarên sereke yên hevdîtinên Tillerson û rayedarên Tirkiyê, mijarên Sûriyê, operasyona Reqa û beşdariya YPG’ê di wê operasyonê de, bidawîbûna operasyona Mertala Feratê û radestkirina Fethulah Gulen in.