Piştî ku Encumena Parêzgeha Kerkûkê biryara hildana aleya Kurdistanê bi rengekî fermî ragihand, Berdevkê
Hikûmeta Iraqî Se’ed Elhedîsî ev yek red kir û got ku nabe aleya Kurdî li Kerkûkê
Were hildan.
Her wiha Elhedîsî destnîşan kir ku Kerkûk ji aliyê rêveberî ve girêdayê Hikûmeta Iraqî ye, û nabe çi ale ji bilî ya Iraqê lê were hildan.