Turkya hewl dide ku nexşeyeke nû ji siyaseta herêmî re li gora ecindeyên xwe nîgar bike, û di vê dema dawî de xweş têgihiştîye ku guhertineke demkî, û jêvegerîneke rêzepêlî ji hevpeymaniyên xwe yên kevin bi şêweyekî bragmatî, gelekî pêwîst e.
Ji lewra Erdogan, xwe gav bi gav dûrî çespên siyaseta Turkiya Etatorkî dibîne, û yek ji wan guhertinan, hewldana wî hevtêgihîyekê bi Iranê re ava bike, tevî nakokîyên dîrokî yên di navbera wan de, û têkildariya wan bi milmilaniya zomî, û lêkeftina abûrî û ciyografî.
Peyre, ewî karîbû xwe rizgar bike ji pirsgirêka dijberiya di nav Rûsya û Emrîka de, û têkildarieke hûnand bi Rûsya re, tevî hevbendiya wî ya resen bi Emrîka re, û endamtiya di NATO de, û doza tevlîbûna Yekîtiya Ewropa, di eynî wextê de!
Bi vê hendezkirina pêwendiyên diplomasî, û bi jêhatkariyeke siyasî, Erdogan dikarîbû dijbertiya di navbera Emrîka û Rûsya de li hember hevpeymaniyên xwe çareser bike.
Ev zivrînek ne ji nişkî ve hat, lê sipartî bû li gelek rûdaw û bûyerên siyasî û leşkerî, destpêka wan ji xistina balafira (su24) di 24ê Çirya Paşî ya 2015’an de, di gomana Erdogan de hilweşandina balafirê wê fişarekê li Botîn bike ji bo cîbicîkirina herêmekî parastî di bakûrê Sûriyê de, lê berteka Botîn bi lez hat di çewsandina vê rûdawê de, û ew kir sedemek di belavkirina sîstema S400 ya berevaniya ezmanî di bingeha Himêmîmê de, di encamê de tuxûmên Turkiya bi xwe ketin çarçoveya gef û metirsînê de, û derfeta Erdogan winda bû bi retkirina Emrika ji vê pîlanê re, ew ma neçar ku projeya wî bê lipaşxistin, lê sedemine hene ku Rûsiya neçar dikin pêwendiyên xwe xurt bike bi Turkiya re, yek ji wan: Xwe dibîne niyazdarê Turkîye di qeyrana Sûriyê de, ya dîtir: destêwerdana Turkî di hundirê dewletên Asiyaya navîn de yên ku bi zimanê Turkî diaxivin, metirsîneke zor çê dike li ser tuxûmên Rûsiya, nemaze Turkiya dewletek di NATO de ye, û ew dewlet jêderên Gazê ne, wek Turkumanistan û kazaxistanê, ev destêwerdana yekser dibe gefeke mezin ji bercewendiyên Rûsiya re yên: ewlehî û abûrî, û ev gef dizîvire li ser Iran, ji lewra çareserkirineke sivik ji vê metirsînê re pêwîst e, lê Rûsiya tu kaxezên giranbuha bi dest ve nînin ji bilî Sûriyê û kaxeza Kurdî, û her dimîne kaxeza YPG’ê ya ku Rûsiya karî Turkiyayê pê biêşîne, ema Turkiya di qeyrana Sûriyê de pirên kaxezên rikberiyê bi dest de ne!
Di vê pêvajoyê de, û piştî xistina (SU24), Botîn barek ji rokêtine sermilan rêkirin ji PKK’ê re, û di 14’ê Gulana 2016’an de 4 hilîkopterên Turkî hatin hilweşandin, û agirê serpêçiyê bajarên Kurdistana bakur da ber xwe, li gel şerê Bakur, YPG’ê di 20/6/2016’an de bajarê Minbicê kir bin kontrola xwe de, û hewl da ku rojhilat û rojavayê Feratê bike yek.
Ev dîmenên ku diyar bûn li ser qada şer û cengê, tu wate nehiştin ji vegotina (Ewlehiya Netewî Turkî) re, û bûn sedemek ku Erdogan bi lez rêkeftineke demkî bi Rûsan re imze bike, di naveroka wê rêkeftinê de Erdogan piştgiriya hêzên rikberiyê di Helebê de rawistand, û sînorê xwe li pêş wan girt, pê re derfet da hêzên rêcîmê û mêlîşiyatên bi ser Iranê ve ku Helebê control bikin, ev giş ji tirsa ragihandina kantoneke Kurdî di bakurê Sûriyê de ye, li gor vê rêkeftinê ew cara yekemîn bû ku Rûsiya û Iran tevlî Rêcîmê ji dagîrkirineke leşkerî yekser di navçeya Babê de ji alyê Turkiyê ve çavên xwe digirtin, û xewna avakirina herêmeka parastî ji nûv re kat da, nemaze dema Tiramp ragihand ku mebestek Emrîka heye bi damezirandina herêmine parastî di Sûriyê de, û Rûsiya li ser zimanê Lavrof daxuyaniyek eşkere kir ku ew amade ne vê mebestê gengeşe bikin.
Turkiya ev derfet çewisand, û di 24/8/2016’an de tangên Turkiyê sînorê Sûriyê buhirand, û rê li ber hêzên YPG’ê teng kir, gelo çi bersiv û karvedan li cem YPG’ê hene?
Fermandarên YPG dizanin ku Turkiya nikare êrîşî hêzên rêcîmê bike, nemaze ew hêz di bin çavdêriya Rûsiya û Iranê de ne, ji lewra hemahingîyek leşkerî di navbera YPG’ê û hêzên rêcîmê de bi siponseriya Rûsiya hat sazkirin, û pireke bejayî di navbera Helebê û Menbicê de wek kevanekê hat avakirin, rê li ber hêzên Mertala Feratê birî, lê YPG’ê neçar ma ku gundewarên Menbicê bi dest Rêcîmê ve berde, bi vê tektîka han YPG’ê parastineke demkî misoger kir ji êrîşên Turkiyê, lê hêvîyên parastina hebûna xwe ew di hevpeymaniyeke dîrokî de bi Emrîka re dibînin, û damezirandina kantoneke federal di bakurê Sûriyê de hewceyî hevtêgihîyekê ye bi Rûsiya û Rêcîm re.
Li gor gumanên me, eger YPG’ê bi herêma Kurdistana başûr re rêkeftinek ava kiriba, wê sînorekî fireh li ber xebat û armancên xwe vekiriba, lê mixabin ev rêkeftin xewnek e ji gelê Kurd re.