Di daxuyaniyekê de Fermandariya Giştî ya Odeya Operasyonên Hêrsa Feratê tekez kir ku daketaneke asîmanî li perava rojavayî Feratê pêk hat.Di vê daketanê de hejmareke mezin ji leşker û amûran li gundewarê bajarê Tebgayê belav bûn.
Her wiha Hêrsa Feratê eşkere kir ku armanc ji vê operasyona dawî, rizgarkirina bajarê Tebka û Bendava Tişrîn bi hemî şaxên xwe ve ye, da hemî welatî sûdê ji elekitrîk û xizmetguzariyên vê bendavê wer bigirin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Fermandariya Hêrsa Feratê bang li xelkên heremê kir ku dûr ji cihên terorîstan bikevin, û bi hêzên Hêrsa Feratê re her alîkar bin.